Sehar Hesen: Banga Ocalan a dîrokî asoyên nû vedike
Lêkolînera Misrî Sehar Hesen destnîşan kir ku banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, asoyên nû ji bo diyaloga demokratîk û avakirina aştiyê vedike.
MALVA MIHEMED
Navenda Nûçeyan – Di nav pêşketinên siyasî yên dawî de, pêngava "Ez Dixwazim Bi Abdullah Ocala re Hevdîtinê Bikim" wek tevgereke siyasî û mirovî derketiye holê. Armanc dike rola Abdullah Ocalan di diyaloga siyasî de vejîne û hevgirtina navneteweyî ji bo doza Kurd xurt bike. Ev tevger xwe dispêre beşdariya jinên Kurd ku rolek girîng di pêşengiya pêngavê ber bi guhartineke bingehîn di diyaloga siyasî ya serdest de li ser bingeha edalet û hevkariyê dilîzin.
Têkildarî armanca vê pêngavê me bi Lêkolînera Misrî ya di dîroka nûjen û hemdem de Sehar Hesen re hevpevînek çêkir.
'Banga dîrokî carek din bal kişand ser doza Kurdî'
Sehar Hesen di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser bandora banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a li ser dewletan û wiha axivî: "Ev ne yekem car e ku birêz Abdullah Ocalan banga aştiyê dike, lê vê carê cuda bû û guhertinek stratejîk di nava pevçûnên li herêmê rû dane de çêkir. Her wiha carek din bal kişand ser doza Kurdî li Rojhilata Navîn. Ev bang tevgera Kurd li herêmê ji nû ve pênase kir, ne wek tevgereke çekdarî, lê wek tevgereke demokratîk pêşkêş kir ku banga aştî û jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên herêmê de dike, di heman demê de nasname û mafên mirovan diparêze."
'Hevgirtina navneteweyî ya bi Kurdan re bihêztir dike'
Sehar Hesen derbarê pêngava "Ez Dixwazim bi Abdullah Ocalan re Hevdîtinê Bikim", armanc û bandora wê ya li ser dînamîkên siyasî yên heyî de wiha got: "Ev pêngav beriya çend salan hatiye destpêkirin. Ji sala 2011'an û vir ve Tirkiyeyê tecrîdek giran li ser birêz Abdullah Ocalan ferz kiriye. Ev pêngav wek bersivek gelêrî û hiqûqî derket holê. Ew bi pêşengiya Kurdan dest pêkir û piştre jî ber bi civaka sivîl a navneteweyî ve belav bû. Armanca pêngavê bidawîkirina tecrîdê, pêkanîna hevdîtinan û aktîfkirina rola birêz Abdullah Ocalan di warê siyasî de. Di heman demê de azadiya wî misogeriya pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn e. Ev pêngav xwedî bandorek mezin ser dînamîkên siyasî heye, ji ber ku ew dikare rewşa bêçare ya siyasî li herêmê têk bibe. bi riya pêngavê hevgirtina navneteweyî bi Kurdan re xurtir dibe."
'Bi pêşengiya jinan pêngav ber bi asoyên nû ve diçe'
Sehar Hesen diyar kirin ku rola jinan di pêşengiya vê pêngavê de dikare zextek siyasî ava bike û rê li ber diyaloga demokratîk veke. Sehar Hesen wiha pê de çû: "Rola jinan di vê pêngavê de, di warê diyaloga siyasî li ser prensîba demokratîk, wekhevî û azadiyê ve stratejîk bû. Beşdariya jinên Kurd di kampanyayê de ne tenê sembolîk e, stûnek bingehîn e di ji nû ve şekildana rewşa siyasî de. Jinên Kurd ne tenê beşdarî qada siyasî bûn ew pêşengiyê jî dikin. Bi lidarxistina kongreyên xwe avakirina saziyên xwe û heta pêşengî di qada leşkerî de dikin û bi yekîneyên xwe parastina hemû jinan dikin."
'Azadiya jinan hêmana bingehîn a azadiya civakan e'
Sehar Hesen balkişand ser koletiya jinan û wiha domand: "Birêz Abdullah Ocalan jî di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê de diyar dike ku azadî ji rizgarkirina jinan a ji koletiyê destpê dike û bavsalarî û koletiya civakî jî pêngavek dîrokî tenê nîne, ew koka hemû sîstemên hegomanîk û serdestiyê ye. Ger ev koletî di pratîk de ji holê were rakirin, hewcedarî bi projeya pir-astî heye ku hişmendiya rewşenbîrî, rêxistina civakî û guhertina siyasî bi hev re bike yek. Di dîrokê de dagirkeriya yekem li ser jinê, beden û fikra wê hat kirin. Ji ber vê yekê azadiya jinan hêmana bingehîn a azadiya civakan e. Divê dîrok carek din bê lêkolînkirin û bi çavê jinê bê nivîsandin. Ji ber ku mêran rol, hebûn û pêşengiya jinan piştguh kirine."
'Pergala Netewa Demokratîk modela edaleta civakî temsîl dike'
Sehar Hesen da zanîn ku di civaka Kurdî de sîstema wekhevî û edaletê hatiye rûniştandin û jin biryar û pêşeroja xwe diyar dikin. Sehar Hesen wiha dawî li gotinên xwe anî: "Di civaka Kurd de jin bi sîstema wekhevî û edaletê civaka xwe birêve dibin. Biryarên xwe distînin û pêşeroja xwe diyar dikin. Di heman demê de bi pergala hevseroktiyê wekhevî bidest xistine. Ev model edalet civakî ya rast temsîl dike. Di warê mafên xwe yên zagonî de jî pêşengiyê dikin û rola xwe dûrî feraseta mêrsalarî dilîzin. Bihêzkirina jinan di warê aborî de bingeha pêkanîan projeya Netewa Demokratîk e. Ez bang li jinan dikim ku bihêz bin, teslîmbûn qelsî ye. Hêza jinan di zanîn, raman, perwerde û hişmendiya guherbar de ye. Dev ji têkoşîna ji bo rizgariyê bernedin."